PeyamaKurd- Nivîsarê rojnameya Aydınlıkê Raffet Ballı serê nivîsa xwe ya îro weha daye: “Du mêvanên nû tên Îmraliyê.” Raffet Ballı di dewama nivîsa xwe de weha dibêje:
“Mijar ji dil e. Tiştek heye ku wê têkoşîna Tirkiyê ya li dijî terorê û hetta encama hilbijartinan biguhêre. Li gor ku gihaye me û me jî xwe gihand agahiyên pişt perdê, du rêvebirên jor yên PKKê di destê Tirkiyê de ne.
Endamê rêvebiriya KCKê Cemîl Bayık ev demeke dirêje ku ji aliyê Tirkiyê de, ji aliyê artêşa Tirkiyê û MİTa Tirkiyê de, di çarçoveya operasyonên ku li herêma Kurdistanê tên ajotin de, ketiye dest.
Tayîp Erdoğan jî di axaftina xwe ya li Rihayê de gotibû “Me serpereştên ku di civînê de bûn, hel kir.” Dibe ku ev îfade bo girtina Cemîl Bayık hatibe gotin.
Li gor rojnama Yeni Akitê ku Osman Yiğit nivîsandiye, ev demeke dirêje ku serpereştên PKKê bi hevkariya Îranê, di bin dorpêçê de bûn. Dibêje bi operasyoneka hewayî Bayık û hinek hevalên wî hatine girtin.
Tê gotin ku demên pêş de wê di derbarê tenduristiya Cemîl Bayık û hevalên wî de û operasyonê de agahî bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin