General Malikî: 10 moşekên ku Hûsiyan avêtin hatin pûçkirin

General Malikî: 10 moşekên ku Hûsiyan avêtin hatin pûçkirin

PeyamaKurd - Hêzên hevpeymaniyê yên bi serweriya Erebistana Siûdî ragihandin ku 10 moşekên balîstîk ên ku ji aliyê Hûsiyên li Yemenê ve ber bi başûrê welêt ve hatibûn avêtin li hewayê hatine pûçkirin.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniyê General Turki el-Maliki ragihand ku ev êrîş ji aliyê komên Hûsiyan ên bi piştgiriya Îranê ve hatine encamdan û sîstemên parastina hewayî hemû moşek beriya ku bigihîjin armancên xwe têk birine.

El-Maliki anî ziman ku êrîşên Hûsiyan ên bi dron û moşekan li ser axa Erebistana Siûdî berdewam dikin, lê hêzên parastinê bi hişyarî bersiva van hewldanan didin.

Hat ragihandin ku di pûçkirina van moşekan de tu zirara canî an jî madî ya mezin çênebûye û lêpirsîn û tevdîrên ewlehiyê yên li herêmê hatine xurtkirin.