General Tahsîn Hafacî: Bi Pêsmerge re koordinasyona me xwurt e

General Tahsîn Hafacî: Bi Pêsmerge re koordinasyona me xwurt e

PeyamaKurd – Berdevkê Operasyonên hevpar yê Iraqê tumgeneral Tahsîn Hafacî ragihand ku wan li Bexdayê bi hêzên Pêşmerge re hevdîtinên girîng kirine û di navbera wan û Pêşmerge de koordînasyonekî xwurt heye. Hafacî tevlî weşana TV ya K24 ê bû û got ku li hinek deveran bi 40 km yan zawiya ewlehiyê heye û heya roja xebatên hevpar temam bibin, divê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên federal de astengî rabin.

Hafacî ragihand ku ji bo êrîş û tehdîdên ser hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta federal têdikoşin û bi vê aramancê 2 tûxayên hevbeş ava kirine. Ji bo valahiya ewlehiyê nemînê wê her 2 tûxay di nêz de dest bi xebatê bikin. Hafacî her weha got ku şandekî ji wezareta Pêşmerge seredana Bexdayê kiriye û di hevdîtinê de ji bo bergiriya tehdîdan, di navbera her dî aliyan de mekanizma xebatê dê bê danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin