PeyamaKurd – Tumgeneralê wexta rejîma Beşar Esad yê di artêşa Sûriyê de dixebitî yê ku reviyabû Lubnanê yê bi navê Adil İsa, di çarçova ku di wexta rejîma berê de kuştin, îşkence û gelek sûcên din kiriye, ji bo li Sûriyê bê darizandinê, hukumeta Lubnanê wî îadeyê Sûriyê kir.
Wezareta karên hundir ya Sûriyê ragihand ku di derbarê general Adil Îsa (67) de biryara girtinê heye û piştî lêpirsîna di derbarê dosya wî de, dê bişînin Dadgeha Ceza ya Şamê û dê bê darizandin.
Wezareta Sûriyê ragihand ku di derbarê Îsa de gelek sûc hene, berê di wexta rejîma Esad de fermandariya tumena 17em û li Dêrezorê di hêzên bejayiyê de fermandariyê kiriye û wî radestê Sûriyê kirine.
İsa, di 8ê Tebaxê de li Lubnanê hatibû girtin û li ser wî sûcên weka kuştin, alîkariya sûcan û di encama îşkencan de bûye sedema kuştina mirovan û gelek sûcên wî yên din hene.