PeyamaKurd - Li Tirkiyê hîlebazan dolabek li serê Generalê Tirk ê Navdar Hurşit Tolon gerandin û bi hezaran dolarên wî dizîn.
Qumandarê Artêşa Yekemîn ê Berê Hurşit Tolon, rastî dafika dizan hat û 13 hezar dolar winda kirin.
Fenbazan telefonî Hurşit Tolon kirine û gotine ku ew ji ber tawanê endamtiya FETO dê were girtin û ji bo ku xwe xelas bike jî lazim e şopa tiliya xwe bide.
Tolon jî ketiye dafika dizan û bi gotina wan kiriye. Li ser vê yekê Tolon jî 13 hezar dolar ji wan re şandiye û xwestiye xwe ji vê dozê xelas bike.
Piştre derketiye holê ku ew kes şebekeyek bûne û digel vî generalî çend kesên din xapandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin