PeyamaKurd – Serokê dawî yê Yekîtiya Sovyetan Mihail Gorbaçov ku sala 1991ê beriya ragihandina Federasyona Rûsya seroktî dikir, bang li Amerîka û Rûsyayê kir û hişyariya şerê germ û tunekirina şaristaniyê da.
Gorbaçov li ser zêdebûna nakokiyên navbera Amerîka û Rûsyayê di demên dawî de, ji medya rûsî re ragihandiye ku dê destpêkirina şerekî sar di navbera Amerîka û Rûsyayê de, teqez şerê germ jî bi xwe re bîne.
Gorbaçov wiha gotiye: “Şaristaniyê têk nedin! Heger şerekî sar dest pê bike, dê teqez veguhere şerê germ û tiştekî wiha jî dê ji bo tevahiya şaristaniya me bibe sedema hilweşînê. Divê destûra vê neyê dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin