PeyamaKurd – Li welatê Misrê li Nîvgirava Sînayê ku dikeve rojhilatê Kanala Suweyşê, di navbera leşkerên Misrê û grûbekî çekdar de şer derket û di encamê de 10 leşker hatin kuştin û 5 leşker hatin kuştin. Li gor ragihandina malpara Facebookê ya fermî ya artêşa Misrê; di rafineriya avê ya ku dikeve rojhilatê Kanala Suweyşê, grûbekî çekdar xwestiye erîş bike ser artêşê û şer derketiye.
Di şer de 1 jê subay 10 leşker jiyana xwe ji dest dane û 5 leşker jî birîndar bûne. Li gor ragihandina artêşa Misrê; grûba çekdar hatiye dorpêçkirin. Artêşê ragihand ku ji bo teror biqede, xebatên wan dewam dike.
Grûbên redîkal yên oldar ji sala 2013 an heya niha li hemberê Xirîstiyanan êrîşên wan dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin