Guterres: Peymana pêşîgirtina  çekên nukleerî tê binpêkirin

Guterres: Peymana pêşîgirtina  çekên nukleerî tê binpêkirin

PeyamaKurd - Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di kongreya 11'emîn a nirxandina Peymana Pêşîgirtina belavbûna çekên nukleerî de ku 5 salan carekê tê lidarxistin de axivî.

Guterres, peyman wek "zemîneke hevbeş a welatan ku ewlehiya civakî bi pêş dixe" bi nav kir û hişyar da ku ji demeke gelekî dirêj ve ev peyman tê binpêkirin. Guterres hişyarî da ku sedemên belavbûna nukleerê zêde û bi lez bûne û xwest peyman were bicihanîn.

Guterres bi domdarî got: "Gelo me ji bîr kiriye ku kesek di şerê nukleerî de bi ser nakeve, divê şerê nukleerî neqewime."

Guterres da zanîn ku piştî salan ev cara yekemîn e hejmara çekên nukleer zêde bûye û hin hikumet aşkera lê difikirin ku çekên nukleerî bikirin û got divê hemû dewlet pabendî peymana belavnekirina çekên nukleerî bin.