PeyamaKurd - Bi helkefta derbasbûna 11 salan di ser rizgarkirina Şingalê re, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tekez kir ku pêwîst e Peymana Şingalê bi temamî bê bicihanîn û hemû hêzên çekdar ên neyasayî herêmê biterikînin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku beriya 11 salan bi operasyona Hêzên Pêşmergeyan a bi fermandariya Serok Mesûd Barzanî û bi bîhadana 500 şehîdan û 3 hezar birîndaran, Şingal û Çiyayê Şingalê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Parlamentoyê her wiha xwest ku koçber bi serbilindî vegerin ser warên xwe û birînên wan bên pêçandin, her wiha her hewleke ku doza Kurdên Êzidî ji bo mebestên siyasî bi kar tîne şermezar kir.