PeyamaKurd - Serokoka Fraksiyona Partiya Reform a Tirkmen (TRP) ya Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî, bang li Serokê Demkî yê Parlamentoyê kir ku rûniştina yekem a xula 6an bêyî şert û mercan û bê derengî were lidarxistin û Dîwana Serokatiyê were hilbijartin.
Qehwecî di peyama xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku divê astengiyên li pêşiya parlamentoyê bi dawî bibin û temamkirina prosesên qanûnî û rêziknameyê berpirsiyariyeke neteweyî, qanûnî û exlaqî ye.
Qehwecî anî ziman ku girtî deriyê parlamentoyê ziyaneke rasterast dide saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê û berjewendiyên gel û di vê qonaxê de tu hincet ji bo paşxistina rûniştinan nayên qebûlkirin.
Herwiha Qehwecî bang li Serokê Demkî kir ku bi bikaranîna desthilatên xwe yên qanûnî hemû parlamenteran vexwîne civînê û got ku ew wekî fraksiyona TRPyê ji bo beşdarbûna civînê amade ne.