PeyamaKurd - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, îro 9ê Nîsanê li ser danûstandinên Îslamadê yên Amerîka-Îranê got, di her lihevkirineke paşerojê ya ligel Îranê de şertê wan ê sereke yekalîkirina dosyeya komên çekdar û bernameya moşekî ya Tehranê ye.
Kallas diyar kir ku Ewropa naxwaze xeletiya peymana sala 2015an (JCPOA) dubare bike, lewma divê her lihevkirineke nû ne tenê dosyeya atomî, lê belê hemû gefên leşkerî û herêmî yên Îranê jî li xwe bigire daku aramiyeke rasteqîn pêk bê.
Kaja Kallas bi rexneyeke vekirî bal kişand ser ku xeletiya herî mezin a Amerîka û Ewropayê di sala 2015an de ew bû ku welatên Rojhilata Navîn tevlî pêvajoya lihevkirinê nekirin.
Ji ber vê piştguhxistinê jî welatên deverê li dijî peymana JCPOA derketibûn û fikarên xwe yên derbarê moşekên balîstîk û komên wekîl de anîbûn ziman.
Kallas tekez kir ku niha stratejiya wan a nû ew e ku welatên herêmê wekî aliyekî sereke di danûstandinan de cih bigirin daku peymaneke berfireh û berdewam bê morkirin.