PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres duh di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê de hişyariyeke giring da û diyar kir ku her zêdebûna tevlîhevî û aloziya li herêmê dê bandorên rasterast û xirab li ser rewşa Sûriyeyê bike. Guterres bal kişand ser daxwaza gelê herêmê ya ji bo aramiyê û weha got: “Sûriyeyî piştî zêdetirî 13 salan ji tundî û şer, di vê dawiyê de dest bi vegera hêviya ji bo çûna ber bi aştî û aramiyê ve kirine.”
Sekreterê Giştî yê NY’yê di rûniştina konseyê de piştgiriya xwe da biryara ku divê çek bi tenê di destê dewleta fermî ya Lubnanê de bimînin. Guterres pêngavên pêwîst ên ji bo misogerkirina aşitiyê wiha rêz kirin:
Bang li hemû aliyên peywendîdar hat kirin ku bi tije pabendî lihevkirinên agirbestê bibin û ji bo çareseriyeke mayinde bixebitin.
Guterres tekez kir ku divê li gorî biryarnameya 1701 a Konseya Ewlekariyê, serweriya Lubnanê, yekparbûna axa wê û serxwebûna wê ya siyasî were parastin û mîsoger kirin.
Antonio Guterres di berdewamiya daxuyaniya xwe de pêşwaziya biryara dirêjkirina peymana agirbestê ya ji bo 3 hefteyan kir ku di navbera Lubnan û Îsraîlê de hatibû destnîşankirin. Sekreterê Giştî da zanîn ku ev biryar derfetekê nû peyda dike daku diyaloga dîplomatîk berdewam bike û rageşiya leşkerî ya li ser sînoran hinekî din kêm bibe.