PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got ku dibe ku kombûna civata giştî ya yekîtîyê îsal ji ber metirsiya vîrusa koronayê bi rêya vîdeokonferansê çêbibe.
Civata Giştî ya NYyê her sal di meha Îlonê de li New York ya Amerîka dicive ku li gor zanyariyên dawîn yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li eyaleta New Yorkê 28 hezar 558 kes ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane.
Guterres bi nameyekê ji serokê Civata Giştî ya NYyê xwest ku rêberên dewletan bi awayekî online ango bi rêya vîdeokonferansê beşdarî civînê bibin.
Guterresî her wiha dabû zanîn ku ew dikarin civînên civata giştî ji bo 2021ê taloq bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin