PeyamaKurd – Di lêkolîna dawî ya Washington Post û ABC News de, di hevkiriya hilbijartinên seroktiya Amerîkayê de, namzedê Demokratan Joe Biden pûanên xwe ji encamên rapirsînên meha Gulanê jî zêdetir kirin.
Li gorî rapirsîna dawî ku li ser 1006 kesan hatiye encamdan, Biden ji sedî 55ê dengan werdigire û serokê niha Donald Trump ê ji Partiya Komarî jî ji sedî 40 dengan distîne.
Di meha Gulanê de Biden 10 pûanan li pêşiya Trump bû, niha jî 15 pûanan ketiye pêşiya wî di hevrikiya hilbijartinên seroktiyê de ku biryar e meha Mijdara 2020an were encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin