PeyamaKurd - Medyaya Îsraîlê ragihand ku îro beyaniyê dema artêşa Îsraîlê derbasî herêma El-Xela ya li navenda bajarokê Yebedê yê başûrê bajarê Cenînê dibû, leşkerek di encama kemîna filistîniyan de bi kevirekî hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir, hêzên wan operasyonên girtina ser malên ku kevir jê hatine avêtin, dane destpêkirin.
Artêşê da xuyakirin, leşkerê yekîneya taybet yê bi navê Emît kurê Yegal (21 salî) bi kevir hatiye kuştin, leşkerê duyemîn ê Îsraîlê ye ku îsal di şerê li hemberî filistiyan de tê kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin