Ji Hesda Seibî daxuyaniya îstixbarata cihê Silêmanî kî daye?

Ji Hesda Seibî daxuyaniya îstixbarata cihê Silêmanî kî daye?

PeyamaKurd – Hêzên milîşeyên girêdayî Îranê yên Iraqê Heşda Şeibî li ser operasyona Pentagonê ya kuştina Fermandarê Hêza Qudusê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û hejmarek kesên ligel wan daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Heşda Şeibî balafira Qasim Silêmanî li 23:00yê şeva borî ji paytexta Sûriye Şameê gihîştiye Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û Ebû Mehdî Muhendîs jî çûye pêşwaziya wî.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku êrîş derengiya şevê dema wesayîta Qasim Silêmanî ketiye rê, li deriyê derketina balafirxaneyê bi balafirên biçek ên bêmirov hatiye kirin

Heşda Şeibî daye xuyakirin ku ew texmîn dikin îstixbarata cihê Silêmanî ji aliyê hinek aliyên Iraqî ve bo Amerîkayê hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê di êrîşê de, ji bilî Silêmanî û Muhendis, zavayê Silêmanî, Berpirsê Pêwendiyan û Protokolê yê Heşda Şeibî Muhammed Riza Cabirî, rayedarên Heşda Şeibî Hesen Abdulhadi, Heyder Elî, Muhammed eş Şibani û Samir Abdullah jî hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin