Kurdistan | 11 kesan wefat kir, 238 kesên din bi koronayê ketin

Kurdistan | 11 kesan wefat kir, 238 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên nexweşiya covid-19 ragihand.

Di daxuyaniya îro 16ê Kanûnê ya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku di nav 24 saetên borî de 11 nexweşên koronayê can dane û 238 kesên din jî pê ketine. Herwiha 309 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 100 hezar û 957 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 314 kes û heta niha 65 hezar û 592 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin