PeyamaKurd - Parlamentera Ewropa û Raportora Pêwendiyên Tirkiyê Katî Pîrî got, dayîna mazbatayên şaredarên HDPê bo AKPê şermeke mezin demokrasiyê ye.
Katî Pîrî bi daxûyaniyeke nivîskî da zanîn: Partiya desthilatdar AKP ji bo mazbatayê nede namzetê CHPê yê Stenbolê bi hincetên ne yasayî ve proseyê dereng dixe.
Pîri got: "Hikûmeta Tirkiyê, pesendên namzetên HDPê yên hatine hilbijartin, dide Partiya xwe. Ev yek jî şermeke mezin a dijî demokrasiyê ye."
Nûnera Parlamena Ewropayê Katî Pîrî, Saziya Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) jî rexne kir ku li gorî yasayan û peymanên Yêkitîya Ewropayê tevnagere û got, "Çawa dibe beriya hilbijartinan wek namzet bipejirînin, piştî hatin hilbijartin jî mazbatayên wan bidin namzetên xwe."
Pirî bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku mazbatayên namzedên di hilbijartinê de bi ser ketine radestî wan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin