PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna xwe ya yekemîn de bi hevtayê xwe yê Amerîkî Anthony Blinken re civiya.
Her du aliyan, tekezî li ser amadebûna Rûsyayê ji bo gotûbêjkirina hemû mijarên nakok kir û daxwaza bikaranîna derfetên dîplomasiyê kirin.
Lavrov û Blinkên li Reykjavik Paytexta Icelandayê civiyan û li ser hevdîtinê Lavrov diyar kir: "Bêgûman ev civîn ji bo têkiliyên me gelekî girîng e, da ku wek serokên me dixwazin, em diyar bikin ka em çawa dikarin di pêşerojê de bi hev re danûsitandinan bikin."
Lavrov herwiha da zanîn: “Em di gelek babetên li ser asta navdewletî de nakok in, herwiha em ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku divê bên normalîzekirin jî, gelek li hev nakin. Helwesta me pir hêsan e, em amade ne hemû mijaran nîqaş bikin, bi şertê ku ev yek bi awayekî eşkere, dirust û li ser bingeha rêzgirtina hevbeş were kirin."
Blinken jî di hevdîtinê ji ber komkirina hêzên Rûsî ya li nêzîkî sînorê Ukraynayê "dilgiraniya xwe ya kûr" anî ziman.
Piştî civînê Blinken ji rojnamevanan re destnîşan kir: “Em bi Rûsyayê re li pêwendiyên aram digerin. Em bawer dikin ku ev yek dê ji gelê me, gelê Rûsya û cîhanê re tiştekî baş be. Lê eger Rûsya bi awayekî dijmanane li dijî me yan li dijî hevalbendên tevgeriya, em ê bersivê bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin