Sergey Lavrov û Marko Rubio di rêya telefonê de axifîn

Sergey Lavrov û Marko Rubio di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di rêya telefonê de bi hemkarê xwe yê DYA, bi Marko Rubio re, di rêya telefonê de axifî.

Di axaftina her dû wezîran de mijarên di asta navdewletî de û têkiliyên navbera her dû dewletan hebûn.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê mijarê ragihand û got ku her dû wezîr li ser mijarên rojane yên navdewletî, li ser têkiliyên Rûsya-DYAyê û li ser nexşerêya hevdîtinên dualî yên bo rojên pêş axifîne. Wezareta Rûsyayê got:

“Hevdîtin bi erênî bû û Bêhtir li ser kar hûr bûne.”