Mesrûr Barzanî li ser biryara UNESCO pîrozbahî li Silêmanî û Sine kir

Mesrûr Barzanî li ser biryara UNESCO pîrozbahî li Silêmanî û Sine kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi sedema ku UNESCOyê (Rêxistina Perwerde, Zanist û Kulturê li Neteweyên Yekbûyî) bajarê Silêmaniyê wekî bajarê afirîner ê edebiyatê û bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê wekî bajarê afirîneriya muzîk û hunerê destnîşan kiribû, pîrozbahî li xelkê wan bajaran kir.

Mesrûr Barzanî bi peyamekê got, “Bi boneya destnîşankirina herdu bajarên Silêmanîyê û Sine, wek du bajarên filîvan di warê tore (wêje)  û mûzîkê de ji alîyê UNESCO ve, pîrozbahîyeke germ li rewşenbîr û filîvan û rûnişvanê herdu bajarên Silêmanîyê û Sine û parêzgarên wan dikim.”

Serokwezîr Barzanî, hêvî kir ku ev destkeft bibe sedema pêşvebirina zêdetir di warê tore û hunerê de û bizava çandinê li Herêma Kurdistanê.

UNESCOyê bajarên Silêmanîye û Sine yê Rojhelatê Kurdistanê, di nav 66 bajarên filîvan (afirîner) li ser asta cîhanê de nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin