Amnesty: Yên êrîsê rexne dikin, bi sûcdariyên dûrî aqilan têne girtin

Amnesty: Yên êrîsê rexne dikin, bi sûcdariyên dûrî aqilan têne girtin

PeyamaKurd - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya dawî de ragihand, li Tirkiyê kesên êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê rexne dikin, di bin zextan de ne û bi sûcdariyên dûrî aqilan têne binçavkirin û girtin.

Amnesty International di rapora xwe ya belav kiriye de balê dikişîne, ser êrîşên ser Rojava û Rojhilatê Sûriyê û wiha dibêje:

“Bi sedan kesên ku êrîşên Tirkiyeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne dikin, bi sûcdariyên dûrî aqilan têne binçavkirin û girtin. Derbarê rojnamevan bikarhênerên medya civakî û çalakiyên şermezarkirinê bi sûcdariya ‘terorê’ derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin. Bi awayekî keyfî ev kes tên binçavkirin û mafê wan ê geştê tê qedexekirin. Ger ev kes sûcdar bên dîtin, wê rastî cezayên giran bên û werin mehkûm kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin