PeyamaKurd - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî cejna Remezanê li misilmanan pîroz kir û bang li tevahiya aliyên siyasî kir rikeberiyên xwe bidin aliyekî.
Kosret Resûl Elî bi sedema cejna Remezanê peyamek belav kir û tê de da xuyakirin, di vê cejna pîroz de ku “cejna aştî, tebayî û qebûlkirina hevdu ye”, hêvî dike “tevahiya aliyan bi berpirsyariyeke niştimanî, destê aştî, tebayî û yekrêziyê dirêjî hev bikin û rikeberiya di navbera xwe de bidin aliyekî û dawiyê li aloziyan bînin.”
Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê destnîşan kir, “Divê hemû alî bi hev re pêngavan bavêjin û destê biratî û yekrêziyê dirêjî hev bikin.”
Kosret Resûl di peyama xwe de diyar kir, “Divê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, yên Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî weke tîmekê bi hev re çareser bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin