PeyamaKurd- Rûsya ragihand ku binpêkirinên Ûkraynayê yên Buhira Kerçê dikare bibe sedema şer û pevçûnên ku NATO jî bikeve navê. Ragihandin ji aliyê federasyona Rûsya de, bi sedema damezrandina NATO yê ya salvegera 70 emîn de, di peyama xwe de aşkera kir. Di peyamê de Rûsya weha got:
“Keştiyên Ûkraynayê prosedura derbasbûna Buhira Kerçê îhlal dikin. Ev îhlal dibe ku bibe sedema şer û pevçûnên ku NATO jî di nav de be.”
Gelek caran arîşeyên navbera Rûsyayê û Ûkraynayê li ser Buhira Kerçê çêdibin ku her dû dewlet hindik dimîne bikevin nava şer.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin