PeyamaKurd - Berpirsê Rêxistina Tenduruitiya Cîhanê(WHO) li Iraqê Wael Hatahit, li ser amarên vîrusa koronayê yên li Herêma Kurdistanê got ku ew pê dilxweş in ku ev yek jî piştrast dike xelkê Kurdistanê pabendî rênimayiyan e.
Wael Hatahit got, “Tişta cihê balkêşiyê li Iraqê, zêdebûna hejmara miriyan e berawird bi hejmara tûşbûyan. Rêjeya mirinê digihije nêzikî ji sedî 7.5 ku ev rêjeyek bilind e li gor wê rêjeya li cîhanê heye.”
Wael Hatahit, zêdebûna hejmara miriyan li Iraqê da xuyakirin, “bêguman yek ji xalên herî girîng ku li gor me sûdeke zêde hebû, pabendbûn e bi mana li malê li hinek cihan. Eger ew pabendbûn li hemû Iraqê hebûya, bêguman encamên baştir dê bi dest me ketiban.”
Berpirsê Beşa Hewarçûnê yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî li Iraqê, li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî got, “Amar li Herêma Kurdistanê dilxweşker in. Heta niha 2 kesan canê xwe ji dest dane. Ev jî wisa li me dike hest bi piştrastbûnê bikin li hember wê hejmara li tûşbûyan tomar kiriye. Ev jî encama pabendbûna xelkê Herêma Kurdistanê ye bi rênimayiyan e.”
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku heta niha 176 kes li Herêma Kurdistanê tûşî vîrusa koronayê bûne. Ji wan 61 kes baş bûne û 2 tûşbûyan jî can daye.
Hêjayî bibîrxistinê ye yekem tûşbûyê bi koronayê li Iraqê roja 21ê Sibatê hatiye tomarkirin û li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiya Iraqê, heta niha 694 kes bi koronayê ketine û 50 kesan jî can daye û 170 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin