PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku 11 kesên din li nav sînorê Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine, yek ji wan can daye û di pişkinînê de derketîye holê ku ew tûşî koronayê bûye.
Di daxuyaniya îro 28ê Nîsanê de hat diyarkirin, di berdewamîya pişkinînan de, 11 tûşbûyên nû bi Vayrosa Koronayê li Parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin, 4 zilam, 4 jin û 3 zarok in. Di nav wan de zilamekî temen 75 salî heye ku rûniştvanê taxa Grûpa Endazyaran e li Bajarê Hewlêrê, piştî ku wî zilamî wefat kir, pişkinîna wî erênî derket, ewên din hemû xelkên qezaya Soran in û berketî û malbatên tûşbûyekî berê ne.
Qeymeqamê qezaya Soran, Kirmanc Îzet jî ragihand, 10 pişkinînên koronayê li qezaya wan erênî derketine ku tişta ditirsîyan îro rû daye û got, "Sedema tûşbûna wan kesan bi berketinê bûye, lewma em naçarin rêkarên xweparêzîyê tund bikin. Her kombûneke li bazar, mizgeft û cihên din qedexe ye."
Li Herêma Kurdistanê tevî amarên dawî, bi giştî 366 kes bi koronayê ketine, 5 kesan can daye û 322 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin