PeyamaKurd - Hêza Pêşmerge li sengerên berevanîyê ji axa Kurdistanê Cejna Qurbanê li hevdû pîroz kirin û daxwaz ji alîyên sîyasî dikin hevgirtî bin bo bi qezenckirina mafên gelê Kurdistanê.
Pêşmerge li çeperên berevanîyê ji axa Kurdistanê, dûr ji malbatên xwe Cejna Qurbanê ji hev dû pîroz dikin û bi telefonê pîrozbahîyê li hevser û zarokên xwe dikin.
‘CUDAHÎYA HIZIR, BAWERÎ Û OLÊ TI CARAN BANDORA XWE LI SER PÊŞMERGEYAN NEBÛYE’
Pêşmergeyan bê cudahîya hizir û bawerîyan pîrozbahîya cejnê ji hev dû kirin û dûv re têşta cejnê li gel hev xwarin. Hinek Pêşmerge ji pêkhateyên din in û hatîne pîrozbahîyê li birayên xwe yên musilman bikin û dibêjin: Cudahîya hizir, bawerî û olê ti caran bandora xwe li ser Pêşmergeyan nebûye.
Hêzên Pêşmerge li sengerên berevanîyê ji axa Kurdistanê, peyama xwe bo alîyên sîyasîyên Kurdistanê dişînin û daxwaz ji alîyan dikin ku hevgirtî bin bo bi destveanîna mafên gelê Kurdistanê û dibêjin berevanîkirin ji axa Kurdistanê cejnaneya me ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin