PeyamaKurd- Li 39 navçeyên Îstenbolê bi awayeka giştî kontrola asayîşê têkirin. Kontrol ji hewa, ji bejayiyê û ji behrê de tênkirin. Hem ev kontrol wê heya nîvê şevê dewam bike.
Kontrola asayîşê di 8 ê şevê de destpêkir û di nav hêzên asayîşê de, hêzên asayîşê yên 39 navçeyan, ximetên tevdîran, trafîk, hêzên hewayî, narkotîk, balafirgehên Ataturk û Sabîha Gökçen, beşên lîmanên deryayê û tîmên taybet tevlî kontrola asayîşê dibin.
Di kontrolan de li ser sîcîlan (GBT), kesên li wan digerin, sîlih, kêr û maddeyên hişber radiwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin