PeyamaKurd- Fona Pere ya Navdewletî IMF bo di têkoşîna li dijî Kovid-19 ê bikarbîne cara duyê 120,9 mîlyon dolar pere weke kredî dide Kirgizîstanê. Cîgirê wezîrê darayî Erkin Asrandiyev, di civîna çapemeniyê de got ku bi sedema ku rewş lezgîne vê krediyê sitendine. Asrandiyev got ku bi tevahî ji IMFê 241 mîlyon dolar alîkarî sitendine. Weka alîkariya mirovî jî 1 mîlyon û 800 hezar dolar alavên tenduristiyê sitendine.
Asrandiyev ragihand ku welatê wan bi sedema Kovid-19 ê di van mehan de li gor sala borî û heman mehan, aboriya wan %3.8 biçûk bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin