PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna koma AKPê li parlamenê li ser pirsa rojnamevanan a derbarê hevdîtin û daxuyaniya Abdullah Ocalan de daxuyanî da.
Erdogan li ser pirsê da xuyakirin ku ‘Tiştekî bi navê pêvajoya çareseriyê ne mimkun e.”
Herwiha Serokê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun jî ragihand, “Pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne. Ev prosedurek e. Em di nêrîn û hewlên xwe de zelal in.”
Hêjayî gotinê ye, piştî daxuyaniya parêzerên Abdullah Ocalan ku nivîsek li ser navê Ocalan û 3 girtiyên din ên ligel wî belav kirin, nîqaşên li ser destpêkirina danûstandina bi Ocalan re û pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin