Bi Rejîma Samê re bazara Efrînê!

Bi Rejîma Samê re bazara Efrînê!

PeyamaKurd- Endamê Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Demokratîk ya Sûriyê Hesen Muhemmed Elî li ser hevdîtina bi Rejîma Şamê re axivî û got ku mijara Efrînê jî li ser masê bû.

Di dawiya meha Temûzê de Meclîsa Demokratîk ya Sûriyê (MDS) bi Rejîma Şamê re li ser statû û rewşa Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek pêk anîbû. Hûrgiliyên hevdîtinê hêdî hêdî derdikevin meydanê.

Endamê Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Demokratîk ya Sûriyê Hesen Muhemmed Elî got ku her du alî jî (MDS-Rejîma Şamê) dibêjin mafê Tirkiyê nîn e ku li tu derên Sûriyê bi cih bibe. Elî wiha got: “Hedef û armanca me ya pêşî, azadkirina Efrînê ye.

Elî li ser teslîmkirina herêma Rojavayê jî got ku bi tu şiklî em herêmê teslîmî Rejîma Sûriyê nakin. Tenê hinek dixwazin ku tevlîheviyê derbixin û propagandayeke wiha dikin. Bi Rejîma Sûriyê re hevîdtin dewam dikin û Efrîn jî di van hevdîtinan de li ser masê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin