PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 150 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, di 24 saetên dawî de, 3 kesan can dan. Mêrek ji Hesekê û yek ji Kobaniyê û jinek jî ji Minbicê ye.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, 150 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 17 kes li Hesekê, 23 kes li Qamişlo, 31 kes li Dêrikê, 8 kes li Girkê Legê, 1 kes li Til Temirê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Tirbesipiyê, 2 kes li Çilaxa, 2 kes li kampa Holê, 24 li Kobanî, 11 kes li Tebqayê, 18 kes li Minbicê, 8 kes li Reqa û 1 kes li Şehbayê.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, di nav 24 saetan de 15 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê kes3en bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşt 3948 kesan, ji wan 687 kes baş bûne û 115 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin