HDP: Bila gelê me îtîraz bike û destkeftiyên xwe nede AKPê

HDP: Bila gelê me îtîraz bike û destkeftiyên xwe nede AKPê

PeyamaKurd - Hevseroka HDPê Pervin Buldan di civîna Meclisa Jinan de derbarê hilbijartinan de axivî û bang li xelkê kir ku xwedî li destkeftiyên wan derkevin û got bila gelê me îtîraz bike û destkeftiyên xwe dena AKPê.

Hevseroka HDPê Buldan bal kilşand ser girêvên birçîbûnê û bêdengiya AKPê û civakê rexne kir û got bi bedenên wan re wijdanên me  jî dihelin, “Ne tenê bedenên wan herwiha wijdanên me jî dihêlin. Hindek çalakvanên di girêva birçîbûnê de nema dibînin û nema dibihîzin. Ez bang li hemû aliyên civakê dikim ku dengê xwe derxin û bertek nîşan bidin.”

‘BILA GELÊ ME DESTKEFTIYÊN XWE NEDE AKPÊ’

Buldan got, Serokomarê tirk, wezîr û namedên AKPê di her mîtîngên xwe de HDP weke hedef nîşan dan û wiha berdewam kir:

“Axaftinên me û yên Hevserokên me (yên berê) Selahattin Demirtaş û Figen Yuskekdag li qada mîtîngan nîşanî xelkê dan û gel li hemberî me gur kirin û kirin ku xelk ji me nefret bikin û bibin neyarên me. AKP îro têkçûye. Di destê AKPê de bi tenê şer, kîn û nefret maye. Lewma me qezenc kir û AKPê wenda kir.”

Buldan bal kişande ser hilbijartinan û biryarên dawî yên YSKê ye û got, “Hûn dê nikaribin şaredariyên me ji bistînin. Çimkî dê gelê me xwedî li wan derkeve. Ez bang li gelê me dikim ku deverên ku me qezenc kirine nede AKPê, li hember vê dengê xwe derxe, îtîraz bikin û qet destkeftiyên xwe nede AKPê.”

Piştî biryara Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ku biryar dabû mazbatayên şaredariyê nedin kesên bi KHKê ji kar hatine dûrxistin, li navçeya Rezan a Amedê mazbataya şaredariyê bo namzedê AKPê yê ku bûye duyemîn hatibû dayîn.

Ji aliyê din ve rêxistina Mêrdinê ya AKPê, ji bo ku şaredariya Ahmet Turk were betalkirin serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê YSKê dabû, Rêxistina AKPê ku di hilbijartinên Mêrdînê de bi fereqeke mezin têk çûbû, wekî sedem jî ‘kalbûna Ahmet Turk’ hincet nîşan dabû, lê serlêdana wan hatibû redkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin