PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî henekê xwe Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz kir û got ku divê Merz li şûna destwerdana karên Amerîkayê bike, wextê xwe ji bo "çareserkirina pirsgirêkên welatê xwe yê xerabûyî" xerc bike.
Trump got ku Merz di mijara bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê de "bi temamî bêbandor" maye û bal kişand ser qeyranên koçberî û enerjiyê yên li Almanyayê.
Herwiha Trump diyar kir ku Amerîka bi rakirina gefa nukleerî ya Îranê cîhanê (Almanya jî di nav de) ewletir dike û nabe ku kesên mîna Merz têkevin nav karên wan.
Sedema rageşiyê
Hêjayî gotinê ye Friedrich Merz rexne li Washingtonê girtibûn û gotibû: "Amerîka ji aliyê rêveberiya Îranê ve tê biçûkxistin." Merz îdia kiribû ku plana Trump a ji bo derketina ji şerê Îranê nîn e.
Trump li ser van gotinan bi tundî bersiv da û Merz tawanbar kir ku ew "çavê xwe li hemberî çekên nukleerî yên Îranê digire." Trump beriya niha jî ji bo Merz gotibû "Nizane çi dipeyive", ku ev yek nîşana krîzeke kûr e di têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatên endamên NATOyê de.