Ji bo operasyonên hevbes, sertên pêsmergeyan hene!

Ji bo operasyonên hevbes, sertên pêsmergeyan hene!

PeyamaKurd- Hêzên pêşmergeyan teklîfa Hikûmeta Iraqê ya ku digot em bi hev re operasyonan bikin, red kir.

Alîkarê Sererkanê Pêşmergeyan yê ku ji operasyonan berpirsiyar yê bi navê Qareman Şêx Kemal di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got: Heta ku pêşmerge venegere herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî herêma Kurdistanê mane, pêşmerge ti caran bi hêzên Iraqî re ti operasyonan nake. Ji bo vê yekê jî heta niha ti levhatin nîn in.

Heta niha ji bo vê yekê ji wezaretê ti daxwaz nehatine, lê belê ku werin jî em ê red bikin. Heta ku em venegerine herêmên Kurdistanî, tiştekî wiha nabe.

Li van herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî herêma Kurdistanê mane, her roj IŞÎd êrîşan dike û ti ewlehî û aramî nemaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin