PYDê dest dirêjî rejîma Esed kir

PYDê dest dirêjî rejîma Esed kir

PeyamaKurd - Berdevkê Fermî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku ew amade ne bê şert û merc danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re bikin.

Berdevkê Fermî yê PYDê Ciwan Mistefa der barê danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê û vegera karmendên rêjîmê bo Rojavayê Kurdistanê de ragihand heta îro tu gav ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve nehatine avêtin.

Tekez kir niha ti rêkeftin û hevdîtinên fermî bi rêjîma Sûriyê re nehatine kirin. Herwiha got, ew karên ku niha li bakurê Sûriyê têne kirin, biryara wê ji aliyê rêveberiya Bakurê Sûriyê ve tê kirin, ku pêwîstiya Bakurê Sûriyê pê heye.

Der barê tevlîbûna YPGê di nava artêşa Sûriyê de, Berdevkê PYDê got, her gavek bê avêtin piştî danûstandinan dê bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin