PeyamaKurd - Vala Ferîd ji Firaksiyona PDKê bi 64 dengên parlemanteran bi awayekî demkî bû Seroka Parlemantoya Kurdistanê. Hêmin Hewramî bi 68 dengan bû Cîgirê Yekem ê Seroka Parlemantoyê. Muna Qehwecî jî bi 60 dengî bû Cîgira Duyem a Seroka Parlemantoyê.Di parlenmetoya Kurdistanê 2 jin bûn xwedî kûrsî.
Lİ gor nûcêya K24 ê Seroka demkî ya Parlemantoya Kurdistanê DR Vala Ferîd Cihê kêfxweşîyê ji hemû miletê Kurd re ku yekem car jinek li ser kursiya Serokatiya Parlemantoyê rûne, ji aliyekî din ve gerek mafê jinê hebê ku karibê karê parlemanî jî bike, ku hem cihê rizamendiya firaksiyonan û hem jî cihê razemendiya xelkê Kurdistanê be. Girîng bû ku jinek çû ser kûrsiya Serokatiya Parlemantoyê, lê ya girîngtir ew e, ew jin di karê xwe de serkeftî be.
Yekem karê Parlemantoyê piştî hilbijartina Desteya Serokatiyê, hilbijartina endam û serokên 15 komîteyan e, ku li gor qebareya kursiya li ser firaksiyonan tên dabeşkirin.
Cîgira Duyem a Seroka demkî ya Parlemantoya Kurdistanê Muna Qehwecî ji got: “Karê me yê pêşî ew e komîteyan pêk bînin, ji ber ku heta komîte neyin damezrandin Parlemanto nikare karê xwe yê yasayî bike, ji ber wê divê em bi serokê Firaksiyonan re bicivin û wek Seroka Parlemantoyê di rûniştina Palemantoyê de gotiye, divê di vê hefteyê de navên endamên komîteyan bê amadekirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin