PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) raportek li ser çalakvanên hatine kuştin belav kir û da zanîn, 48 bûyerên kuştina xwepêşanderan tomar kirine.
Ji ber nebûna xizmet û zêdebûna diyardeya çekdariya milîsên li başûr û naverasta Iraqê, çalakvanan gelek xwepêşandan pêk anîn û ji aliyê milîsan ve hejmarek ji çalakvan û xwepêşander hatin kuştin, hatin girtin û hejmarek zêde jî ji Iraqê derketin û berê xwe dane derveyî welat. Li gor raporta UNAMI ya derbarê kuştina çalakvanan li Iraqê belav kirî: ‘‘48 bûyerên kuştina xwepêşander û çalakvanan me li Iraqê tomar kirine, ku li ser destê çekdarên nenas ve hatine kuştin.’’
Herwiha li gor raporta UNAMI: ‘‘Çarenivîsa 20 xwepêşanderên din jî heta naha nediyar e.’’
UNAMI destnîşan kir: ‘‘Lêkolînên li ser wan kiryar û kuştinan negihiştiye qonaxeke zelal û lêkolîn hemû bi encam nebûne û piraniya kujeran jî nayên girtin û nayên cezakirin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin