PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê pêşwaziya şandeke bilind a serbazî û siyasî ya Hikûmeta Brîtanyayê kir.
Şêwirmendê Bilind ê Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ferîq John Lorimer û Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û hejmarek şêwirmendên Wezareta Berevaniyê û Balyozxaneya Brîtanya li Iraqê di hevdîtina ligel Serok Barzanî de amade bûn.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan hatiye kirin û herwiha heru aliyan ronahî xistin ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Di civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya hatin axaftin û guftûgo li ser berdewambûna rahênan û meşqê serbaziya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hat kirin.
Herwiha metirsiyên terorê û serhildana DAIŞê jî mijareke din civînê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin