Çûn agir vemirînin lê ew bi xwe di agir de mirin

Çûn agir vemirînin lê ew bi xwe di agir de mirin

PeyamaKurd- Li devera çiyayî ya Siçuan a welatê Çînê, dawiya hefteyê agir bi daristanê ket û tîmên agirkujiyê (îtfaiye) çûn da agir vemirînin. Lê di encamê de 30 agirkujer bi xwe mirin.

Li gor ragihandina wezareta Halê Awarte, agir bi devera daristana çiyayê bilind ya ji behrê 1800 mt. bilind ketiye û dema xwestine agirê daristanê vemirînin, ji nîşkeve ba bergeha xwe guhertiye û tîmên agirkujiyê di nava agir de mane. Di garihandina wezaretê de hat gotin ku 689 kes tevlî vemrandina agir bûne lê 30 ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Helîkopter jî tevlî karê vemirandinê bûne û di encamê de gihane bedenên 30 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin