PeyamaKurd – Li welatê Çînê li eyaleta Fujianê li bajarê Jinjiangê di fabrîka Huiteng Shoes de li dora nîvro şewat derket û di şewatê de herî kêm 28 kes mirin.
Serokê dewletê Şi Cinping, bi sedema jimara miriyan gelek zêdeye, xwest ku yekser sedema şewatê tesbît bikin. Pispor dibêjin ji ber gendeliyê, kontrola di fabrîkê de kêm bûye û şewat di fabrîkê de derketiye.
Rayedar radigihînin ku ew difikirin hêj gelek kes di fabrîkê de hene û jiyana wan di talûkê de ye. Li ser şewatê, 180 kes zêde xebatkarên îtfaiyê û 35 alavên vemirandina agir yên lezgîn şandine fabrîkê.
Serokê Çînê Şi Cinping, hişyariyê da ku dibe jimara miriyan zêdetir bibe û got:
“Divê sedema şewatê bilez aşkera bibe. Berpirs her kî bin divê hesab bidin.”
Li gor ragihandina ajansa fermî ya Xinhuayê; pêwendiya tîmên rizgarkirinê û kesên di hundirê fabrîkê de mane, ji hev qut bûye. Di parvekirinên medya civakî de tê dîtin ku fabrîke çend qate û li ser banê fabrîkê gelek kes xwuyane ku li benda rizgarkirinê ne.
Fabrîke ya pêlava ye û alavên di çêkirina pêlavan de tên bikaranîn, piraniya wan yên ku zû agir bi wan dikevin in. Şewat jî ji qata yekê destpêkiriye.