Trump: “Li sînor gelek Tirk jiyana xwe ji dest dan”

Trump: “Li sînor gelek Tirk jiyana xwe ji dest dan”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li pey hev peyaman dide. Trump berya bikeve civîna encumena wezîran ya li Koşka Sipî, li ser mijara lihevkririna Amerîka û Tirkiyê, ya li ser Sûriyê bo çapemeniyê axifî. Trump di peyama xwe ya dawiyê de weha got:

“Xeberên xweş bo me tên. Agirbes dewam dike. Bi sedema pevçûnên li Sûriyê gelek Tirk jiyana xwe ji dest dan, divê hun li her dû aliyan jî binêrin.”

Trump siyaseta dewra Barac Obama ya li ser Sûriyê rexne kir û weha got:

“Di wê demê de DEAŞ li her derê bû. Min wan girt. Ez her tiştî ji we an ji alimên sexte baştir dizanim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin