PeyamaKurd – Hunermendê sinamaya Tirkiye Can Kolukısa di 92 saliya xwe de wefat kir. Kolukısa, bi fîlmên wekî Qralê Dergevanan (Kapıcılar Kralı), Axayê Zugird (Züğürt Ağa) û Bandoya Bê Selam (Selamsız Bandosu) de rol leyîstibû.
Xebera wefata Kolukısa di ser hesabê wî yê medya civakî de hat kirin. Malbata wî daxwuyaniyê da û got:
“Bavê me wefat kir. Dewra wî daîmî be. Agahiyên rakirina cenaze dê paşî bên ragihandin.”