Amerîkayê nîyet heye ku teklîfeke nû li Tirkiyê bike.

Amerîkayê nîyet heye ku teklîfeke nû li Tirkiyê bike.

Tirkiyê dixwaze ku ji Rûsyayê moşekên parastinê yê S-400î bikire û ji bo vê bazarê jî gelekî rê çûye. Lê niha Amerîka dixwaze ku di dawiya vê mehê de ji bo “sîstemên parastina hewayî,” teklîfekê li Tirkiyê bike.

Dîplomatekî Amerîkî yê payebilind diyar kir ku berpirsa karên leşkerî ya wezareta karên derve yên Amerîkayê Tina Kaidanow wê here Tirkiyê ziyaret bike. Di vê ziyaretê de niyet heye ku li hember moşekên parastina hewayî yê S-400î yên Rûsyayê, moşekên Amerîkî yên Patriotan teklîf bike. Dîsa Amerîka bawer dike ku ev teklîfa wan bi paş de venegere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin