Kurdistan | Ji ber belavbûna cûreya Delta rews ber bi metirsiyê ve diçe

Kurdistan | Ji ber belavbûna cûreya Delta rews ber bi metirsiyê ve diçe

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmareke zêde ya pêketiyên koronayê hatine tomarkirin.

Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê, ber bi rewşeke metirsîdar ve diçe.

Herwiha çavkaniyên wezareta tenduristiyê ragihandine ku ew pêşbînî dikin ku zêdebûneke metirsîdar ya koronayê li Herêma Kurdistanê çêbibe û dibêjin, hejmarek ji gumanlêkiriyên haletên vîrûsa korona ya Deltayê jî li Herêma Kurdistanê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin