PeyamaKurd- Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AIHM) derbarê Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de biryara xwe da û diyar kir ku mafê azadiya derbirînê hatiye binpêkirin.
AIHMê di biryara xwe de dibêje tawana terorê ya li dijî Selahattin Demirtaşî bênîspet e. Dadgehê diyar kir ku di gotinên Demirtaş de şîdet û tundkarî û vexwendina bo serhildanê tine ye.
Dadgeha Bilind di danişîna dozê de Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir. Li gorî biryarê, Enqere wê 2 hezar euro tazmînata manewî û ji bo lêçûnên dadgehê jî hezar euroyî bide Demirtaşî.
AIHMê sala borî jî, di meha Mijdarê de ji Tirkiyê re gotibû mafê Demirtaş ê mirovî tê pêpeskirin û divê serbest bê berdan. Dadgehê paşê li ser daxwaza pêdeçûnê biryar dabû ku doza Demirtaş li Daireya Mezin ji aliyê 17 dadgerên bilind ve bê dîtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Selahattin Demirtaş ji Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê ya tîpa F girtî ye û bi awayekî girtî tê darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin