Hikûmeta Iraqê înterneta Bexdayê birî

Hikûmeta Iraqê înterneta Bexdayê birî

PeyamaKurd - Ji ber çalakiyên ku li başûrê welêt dest pê kirin û ber bi Bexdayê hatin hikûmetê înterneta bajêr birî. Konseya Ewlekariya Iraqê jî di seroktiya Serokwezîr Heyder Ebadî da acil kom bû.

Çalkiyên li başûrê welêt ji ber tunebûna xizmetan û birîna ceyranê dest pê kiribûn li Bexdayê jî dest pê kirin.

Li Şûleya herêma rojavayê Bexdayê ya ku Şiî lê dijîn jî welatî derketin kûçe û kolanan û li dijî hikûmetê çalakî li dar xistin. Çalakvan li kolana sereke kom bûn û bangî hikûmetê kirin ku îstifa bike.

Dema hêzên ewlekariyê hatin ciyê bûyerê hin kesan lastîkên wesayîtan şewitandin.

Hat dîtin ku hêzên ewlekariya Iraqê tevdîrên ewlehiyê yên li bajêr zêde kirin û rêyên diçûn Herêma Kesk a avahiyên hikûmetê lê ne hatin girtin.

- Înterneta bajêr hat birîn

Wek dinKonseya Ewlekariya Iraqê ji bo rewşa li welêt binirxîne di seroktiya Serokwezîr Heyder Ebadî da acil kom bû.

Li gor agahiyên ji saziyên înternetê yên li Bexdayê xizmetê didin, wezareta eleqedar înterneta bajêr da birîn.

Ditirsin ku çalakî li herêmên din ên Bexdayê jî belav bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin