PeyamaKurd – Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ji tekan devera di destê DAIŞê da mayî, ji Baxozê heta niha 60 hezar însan derketine.
Berdevkê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîyel eşkere kir ku berîya ku operasyona Baxozê destpê bike, 29 hezar û 600 mirov ji rêxistina terorî ya DAIŞê revîyana û radest bûne.
Berdevkê HSDê herweha dibêje di êrîşên esmanî yên li dijî Baxozê da hezar û 306 DAIŞî hatine kuştin û di van operasyonan da82 şervanên HSDê jîyana xwe ji dest û 61 şervan jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin