Wî endamê koma muzîkê pistî 323 rojan rojiya mirinê bi dawî kir

Wî endamê koma muzîkê pistî 323 rojan rojiya mirinê bi dawî kir

PeyamaKurd - Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek ê 323 roj in di rojiya mirinê de bû îro rojiya xwe bi dawî kir. 

Li Mala Berxwedanê ya li Kuçukarmutluya Stenbolê daxuyaniyek da û diyar kir ku rojiya xwe bi dawî kiriye.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Parlamenterê Partiya Komariya Gel (CHP) Ali Şeker, Parlamenterê Partiya Karkêrên Tirkiyeyê  (TÎP) Bariş Atay, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fincanci, Hevseroka HDPê ya Stenbolê Elif Bulut, Parlamenterê HDPê yê berê Ferhat Encu, hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokcek daxwaz dikir ku, daxwazên endamên girtî yên komê werin cîbicîkirin û Koma Yorum konsetekê bide.

Hêjayî gotinê ye ku yek ji endama Grup Yorumê Helin Bolek a ku 288 roj di girêva mirinê de bû, jiyana xwe ji dest dabû

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin