PeyamaKurd – Li bajarê Balikesîr ê Tirkiyê otobuseke rêwiyan a ku diçe navçeya Edremîtê ji rê derket û teqle avêt. Hat ragihandin ku di encama qezayê de 14 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne.
Parêzgariya Balikesîrê ragihandiye ku ji rêwiyan 11 kes li cihê bûyerê, 3 kes jî li nexweşxaneyê mirine û 18 birîndarên din jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Hat eşkerekirin ku bûyer li demjimêr 04:40ê şevê li ser rêya OSB ya navbera Balikesir û Edremîtê rû daye û otobus piştî ji rê derketiye teqle avêtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin